Emerîka: Li dûv ciheke guncayî digerîn bo hêzên xwe di Îraqê de

Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîka tekez kir, welatê wî li gel serkirdeyên Îraqê kar dike bo destnîşankirina guncayîtirîn cih jibo akincîkirina hêzên Emerîkayê di Îraqê de.

K24- Hewlêr

Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîka tekez kir, welatê wî li gel serkirdeyên Îraqê kar dike bo destnîşankirina guncayîtirîn cih jibo akincîkirina hêzên Emerîkayê di Îraqê de.

 Di axivtinekê de, li wîlayeta Kalîfornîya, Pompêw ragehand, Taybet bi çawanîya çareserkirina pirsa dîyarkirina cihekî bo hêzên Emerîka di nav axa Îraqê de, me biryar daye, li gel serkirdeyên bijarte yên Îraqê guncayîtirîn cihî bo evê mebestê destnîşan bikîn.

Pompêw tekez kir, welatê wî amadeye bo berdewamkirina danûstandinan li gel Îraqê derbarê peykerkirina guncayî  bo hebûna hêzên serbazîyên Emerîkayê li wî welatî.

 Ev jî piştî wê yekê dihêt ku nivîsîngeha Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê di beyannameykê de, ragehand, ku daxwaz şandina dû nwêneran kirîye daku mîkanîzmekê bo cîbicîkirina biryara perlemana Îraqê derbarê vekişana hêzên Emerîkayê dîyar bikin.