Erdogan: Tikiya amadeye hêriş bike ser Lîbîya

Receb Teyîb Erdogan, serokê Komara Tirkiyê ragehand, heke hêrişên Xelîfe Hefter dijî hêzên Lîbya berdewambin, em ji wê yekê poşman nabîn ku waneyekê fêrî wî bikîn.

K24- Hewlêr

Receb Teyîb Erdogan, serokê Komara Tirkiyê ragehand, heke hêrişên Xelîfe Hefter dijî hêzên Lîbya berdewambin, em ji wê yekê poşman nabîn ku waneyekê fêrî wî bikîn.

Erdogan, Hefter bi wê yekê tuhmetbar kir ku ji civîna Moskoyê bo rêkkevtin li ser agirbestê revîya û rêkevtin nekir.

Tekez jî kir, heke hefter berdewam be li ser hêrişên xwe bo ser hikumeta rewa ya Lîbyayê, dê waneyekê (dersekê) wî fêr bike ku hejî wî be.

Erdogan di gotarekê de bo endamên perlemanê ji AKPyê got:  Ew erkê me ye berevanîya ji Lybya bikîn.

Biryare roja Yekşembîyê li Berlînê her yek ji Elmanîya û Rûsiya û Tikiya derbarê rewşa Lîbyayê dê civin.