Girjîyên di navbera Emerîka û Îranê de bizava geştyarîyê kêm kirîye

Bi sedema alozîyên di navbera Emerîka û Îranê de, %25 hatinûçûna geştyaran di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de kêm bûye û çûna geştyarên başûra Kurdistanê bo wî welatî, bi taybet ewên bo geşt û seyranan diçûn %50 kêm bûye.

K24- Çoman- Hewlêr

Zirar Husên, rêveberê nîşîngeh û pasporta Hacî Omeran bi Kurdistan24 re ragehandîye, Di meha dawî ya sala burî de, rojane 3500 kes li derîyê sinûrî yê Hacî Omeran hatinûçûn dikirin, lê di evê mehê de rojane 2800 kes hatinûçûnê dikin.

Got jî:  Bi rêjeya %50 hetinûçûna hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bo Îranê kêm bûye.