Muqteda Sedir daxwaza xwenîşandaneka yek milyonî dike

Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir daxwaz ji xelkê Îraqê kir xwenîşandana yek Milyonî encam bidin bo şermezarkirina hebûna hêzên bîyanî li ser axa Îraê û binpîkirinên wan.

K24- Hewlêr

Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir daxwaz ji xelkê Îraqê kir xwenîşandana yek Milyonî encam bidin bo şermezarkirina hebûna hêzên bîyanî li ser axa Îraê û binpîkirinên wan.

Sedir di peyamekê de nivîsîye: Asmanê û zevî û serwerîya Îraqê ji alîyê hêzên dagîrkar dihên binpîkirin. Êdî ber bi şorişeka Îraqî, ne rojhelatî û ne rojavayî, ku serkevtina wê bibe cihê xêr û xweşîyê bo Îraqê. Serbazên xweda y û serbazên welat xwe amade bikin bo xwenîşandana yek milyonî ya aştîxwazane ya hevgirtî bi armanca şermezarkirina Emerîkayê û binpîkirinên wê li ser axa Îraqê.

Sedir nivîsîye jî: Îraq û Hewde ya we gazîya we dike û kêmasîyê têde nekin.