Armanca sereke ya Tirkîyeyê li Lîbyayê çî ye?

Liser agirbesta Lîbyayê di qada navdewletî da hewlên dîplomatîk didom in. Tirkîye ya ku di serî da bi hewlên leşkerî piştgirî dida hikûmeta Serac, niha zêdetir hewlên dîplomatîk derdixe pêş.

K24- Hewlêr

Liser agirbesta Lîbyayê di qada navdewletî da hewlên dîplomatîk didom in. Tirkîye ya ku di serî da bi hewlên leşkerî piştgirî dida hikûmeta Serac, niha zêdetir hewlên dîplomatîk derdixe pêş. Pispor dibêjin,  Tirkîye dixwaze ji ser Lîbyayê, li Rojhilatê Derya Spî serdestîya xwe bihêz bike û destekftîyên xwe biparêze. Lêbelê mixalefeta Tirkîye, hikûmetê bi piştevanîya alîyek şerî sûcdar dike û dibêje, di dawîya dawî de hikûmeta AK Partîyê fêm kir, ku ji çareserîyên leşkerî encam dernakeve, berê xwe da, maseya dîplomasîyê.

Ev demekî ye ku Tirkîye li ser Lîbyayê di nav liv û tevgerdarîya dîplomatîk û leşkerî da ye. Li ser vexwendina Tirkîye û Rûsyayê her çiqas li Lîbyayê agirbestekê demkî hatibe ragihandin jî, di 13ê Çileyê da li Moskowê piştî hevdîtinên şandeyên Tirk, Rûs û alîyên Lîbyayî peymana agirbestê bi yek alî ji alîyê Serac ve hate îmzekirin û Hefter bêyî ku peymanê îmze bike ji Moskowê vegerîya û careke din rageşîya dîplomatîk gurtir bû.

Gelo bi şandina leşkerên Tirk û dîplomasîya dawî armanca sereke ya Tirkîyeyê li Lîbyayê çi ye û dixwaze çi bidest bixe? Li gorî Muhammed Işikê Cîgir Serokê sazîya ramanî SASAMê, Tirkîye dixwaze ji ser Lîbyayê li Rojhilatê Behra Spî serdestîya xwe bihêz bike û destekftîyên xwe biparêze.

Muhammed Işik (cîgir serokê Sazîya SASAMê) got:"Niha Tirkîye li masê wek hamîyê hikûmeta Serac dixuye. Niha konjuktor bo dîplomasîyê guncav e û Enqere berê xwe daye dîplomasîyê. Lê belê karta leşkerî jî berdestê Tirkîyeyê ye. Di eslê xwe da armanca sereke ya Tirkîyê ew e ku ji ser Lîbyayê li herêma rojhilatê behra spî bibe xwedî gotin û desthilat."

Pisporên ku polîtikaya Tirkîyeyê ya bo Lîbyayê dirust dibînin civîn û hevdîtina li Moskowê wek serkeftineke dîplomatîk ya Tirkîye û Rûsyayê dinirxînin û destnîşan dikin ku Enqere êdî di meseleya Lîbyayê da piştgirîya Moskovayê bidestxistîye.

Omer Gok (pisporê KAFKASSAMê) dibêje:"Dihat gotin ku di mijara Lîbyayê da wê Tirkîye û Rûsya werin beramberî hev. Lê belê Tirkîye li gel ku karta leşkerî bikar anî jî zêdetir dîplomasîyê derxist pêş û ew û Rûsya bi serkeftinekê dîplomatîk alîyan li Moskovê anîn ba hev. Bi yek alî be jî ev yek serkeftinekê ye. Niha me dît ku êdî di mijara Lîbyayê da Rûsya jî dibe piştevanê Tirkîyeyê ye."

Li alîyê din li Tirkîyeyê partîya mixalefeta sereke CHPya politikaya hikûmetê ya bo Lîbyayê rexne dike, li ser pêşaheteyên dawî destnîşan dike hikûmet ji neçarî ji çareserîya leşkerî zivirî ye û bi zextên Pûtîn berê xwe daye ser maseya dîplomasîyê.