Ebdulmehdî: Dikarîn tevaya astengan derbaz bike

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê dûpat dike, welatê wî dikare tevaya astengan derbaz bike.

K24- Hewlêr

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê dûpat dike, welatê wî dikare tevaya astengan derbaz bike.

Di civîna Civata Wezîrên Îraqê de, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê  krbirêkerê Îraqê got: Herçende hikumeta welat karbirêkere û Civatîn Parêzgehan jî hatîne helweşandin, lê Îraq dikare ji tevaya astengan derbaz bibe.

Ebdulmehdî got jî: Peywendîyên Îraqê di baştirîn ast de ne û tekez jî kir li ser giringî ya rêzgirtinê ji mafên hevwelatîyan û karkirin li gor destûrê.

Her di wê civînê de, serok wezîrên Îraqê dûpat kir, divê çek tenê di destê dewletê de be, herweha berengarî şane yên nivistîyên Daişê bibin daku çekdarên ewê rêkxistîyê rewşê bi delîve nebînin berjewendîya xwe.