Çekdaran 2 kes ji Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd ên Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd ên Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Ewlehiya Siyasî ligel Îstixbarata Tirkiyê duhî karmendê Encûmena Efrînê ya Sivîl Beşar Mosako revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Herwiha grûpa Ewlehiya Siyasî ligel Îstixbarata Tirkiyê duhî Idrîs Mihemed Henîf Şêxo dema ji Efrînê vedigerî mala xwe li navçeya Şer revand.

Ev yek di demekê de ye, di du rojên bûrî de, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 3 kes, jinek û zarokekî 14 salî ji Efrînê revandibûn.

 

S. B