Sûriye nûçeya karkirina ligel Tirkiyê li dijî YPGê red dike

Hikumeta Suriyê red dike, ku di civînek sê alî ya Sûrî, Tirkî û Rûsî de, ligel Tirkiyê kar bo rûbirûbûna YPGê hatibe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Suriyê red dike, ku di civînek sê alî ya Sûrî, Tirkî û Rûsî de, ligel Tirkiyê behsa karê bo rûbirûbûna YPGê hatibe kirin.

Ajansa fermî a hikûmeta Suriyê “SANA” ji jêderekî berpirs belav kir, ku tiştê di ajansa Reutersê de hatiye, ku di civîna sê alî ya Sûrî, Tirkî û Rûsî de behs li hemahengiya li dijî hebûna hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê û karkirina bi hev re ji bo rûbirûbûna YPGê dike, red kir.

Tekez kir jî, di civînê de gotûbêj tenê ji bo derketina Tirkiyê ji tevahiya xaka Suriyê û pabendbûna Tirkiyê bi rêzgirtina li serweriya Sûriyê hatine kirin.

Pêr li Moskoyê, bi amadebûna Şêwirmendê Ajansa hewalgîriya Tirkiyê MIT Hakan Fîdan û Serokê Ofîsa Ewlehiya Niştîmanî ya Sûrî Elî Memlûk û berpirsên Rûsî civînek pêk hatibû.

 

S. B