Firokeyên Tirkiyê binkeyeke PKKê li nêzîkî Sinûnê bombebaran dikin
Peyamnêrê K24ê da zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyê binkeyeke PKKê li komelgeha Dugirê li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şingalê ve bombebaran kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Tirkiyê binkeyeke PKKê li komelgeha Dugirê li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şingalê ve bombebaran kir.
Bînerekî li cihê bombebaranê ku nexwast navê wî aşkere bibe, ji K24ê re got: “Min bi çavên xwe termê 8 kesan û hejmarek birîndar dîtin.
Rêvebirê Nexweşxaneya Sinûnê Heyder Bênav ji K24ê re ragihand, birîndarên gihîştine nexweşxaneya Sinûnê, birînên wan giran in.
Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxanê li Şingalê Heyder Şeşo ji K24ê re got: “Em berpirsatiya vê bombebaranê dixin stûyê hikûmeta Iraqê, ku heta niha ti çareseriyek ji rewşa Şingalê re nedîtiye.”
Derbarê bi YBŞ k user bi PKKê ve ye, Şeşo ragihand, “hebûna baregehên PKKê, sedema bombebarana Tirkiyê ye û bi vî awayî PKK bihaneyê dide Tirkiyê ku êrîşî ser Şingal bike û wek Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr bike.”
Komelgeha Dugirê 5 K.M nêzîkî navenda nahiya Sinûnê ye.
S. B