Li Idlibê di mehekê de 571 sivîl bûne qurbanî

Di encama êrîşên artêşa Sûriyê û firokeyên Rûsya de, li Idlibê di mehekê de 571 kesên sivîl bûne qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşên artêşa Sûriyê û firokeyên Rûsya de, li Idlibê di mehekê de 571 kesên sivîl bûne qurbanî.

Rêxistina Berevaniya Sivîl ya Sûriyê “Kumên Sipî” amara kuştiyên sivîl di êrîşên vê dawiyê ya artêşa Sûriyê û Rûsyayê li ser parêzgeha Idlibê belav kir.

Li gor amarên wê rêxistinê, ji destpêka meha Berçileya 2019an ve û heta niha 153 kesên sivîl di êrîşan de canê xwe jidest dane, ku di nava wan de 41 zarok hene. Zêdetir ji 400 sivîlên din jî birîndar bûne.

Ji roja 19ê Mijdarê ve  hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya jî bi tundî wan navçeyan bombebaran dikin.

Ji encama êrîşan jî û li gor amarên Netewên Yekgirtî, zêdetir ji 235 hezar kesî ji Idlibê koçber bûne.

 

S. B