Li Çel û Hezo 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li navçeya Çel ya Colemergê û li Batmanê 2 leşkerên Tirk û pasewanekî gundan hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Çel ya Colemergê û li Batmanê 2 leşkerên Tirk û pasewanekî gundan hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, kuştina leşkerên xwe yên navçeya Çelê ragihand.

Li navçeya Çelê ya Colemergê, di dema serbaz di perwerdê de bûne, bombeyek teqîya û 2 serbaz mirin û 2 jî birîndar bûn.

Serbazên hatine kuştin û birîndar bûne ji bo nexweşxaneya Colemergê hatin veguhastin.

Li ser fermana Wezareta Navxweyî  ya Tirkiyê, berî çend rojan li Colemêrgê operasyonek bi navê "Kapan 3" li dijî gerilayên PKKê hatiye destpêkirin û tê de 825 endamên Hêzên Taybet, leşker û polîs beşdar in.

Li navçeya Hezo ya Batmanê jî, pasawanekî gundan rasterast hevalên xwe gulebaran kirin û di encama gulebaranê de paswanekî gundan mir û 2 pasawan jî birîndar bûne.

 

S. B