Artêşa Tirkiyê gundewarê Til Temirê topbaran kir

Medya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat belavkiriye, artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser ve gundê Ûm Elkêf li gundewarê Til Temir û yê Erîçe li gundewarê Girê Spî bi top û mûşekan kir armanc.

K24- Hewlêr

Medya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat belavkiriye, artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser ve gundê Ûm Elkêf li gundewarê Til Temir û yê Erîçe li gundewarê Girê Spî bi top û mûşekan kir armanc.

Herweha berî wê topbaranê, gundê Dbis ê gundewarê Ên Îsayê topbaran kiribû, lê ti ziyan ji êrîşê peyda ne bû.

Ligor HSD, grûpên çekdar, tevî ragihandina rêkeftinan, lê hîn jî, di êrîşên xwe de liser gundewarên Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam in û bi awayek rojan e, kiryarên xerab li dijî welatiyên li wan navçeyan, pêk tîn in.