Kiliçdaroglu: Siyaseta derve ya Tirkiye, ji alî Putin ve tê diyar kirin!
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) di civîna Meclisa Partiya xwe de destnîşankir, ku “Siyaseta derve ya Tirkiye ji alî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve tê diyar kirin!”

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) di civîna Meclisa Partiya xwe de destnîşankir, ku “Siyaseta derve ya Tirkiye ji alî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve tê diyar kirin!”
Kiliçdaroglu got: “Em bi Sûriye re nacivin, lê li Moskow guhdariya Putin kirin û ligel Serokê Muxaberat liser mêzekê rûniştin. Rêz a Tirkiye li kude ma? Çima we got: Em ligel Sûriye nacivin? Lê, bi fermana Putin hûn civiyan!
Me pêşniyar kir, ku liser Krîza Sûriye Konferansek Navdewletî lidar bikeve. Nekirin! Lê, bi fermana Putin li Astana di Konferansê de amade bûn!
Me got: Rêkeftina Edene vajo bike! Nekir! Liser fermana Putin vajo kirin!
Me got: Li Libya nebin alî! Gotin, Na, em nabin! Lê, piştî wê Putin bangî wan kir. Ligel Hefter liser mêzekê rûniştin.
Kî siyaseta derve ya Tirkiye diyar dike! Vekirî ye, zelal e! Putin diyar dike!”.
C.B