Berî 13 sal Hrant Dînk hate kuştin: "Ji bo şermkirinê hê jî ne dereng e"
Di 13. Sala kutina rojnamegerê Erme Hrant Dînk de li navçeya Şîşliya Stenbolê bi sedan hevalê wî li hev kom bûn çalakiyeke bîranînê lidarxistin. Di daxuyaniya Navenda Bîrê ya Hrant Dînk de jî bang li desthilatê hate kirin û hate gotin "Ji bo şermkirinê hê jî ne dereng e" ser kuştina Hant Dînk reş nekin.
K24- Stanbol
Di 13. Sala kutina rojnamegerê Erme Hrant Dînk de li navçeya Şîşliya Stenbolê bi sedan hevalê wî li hev kom bûn çalakiyeke bîranînê lidarxistin. Di daxuyaniya Navenda Bîrê ya Hrant Dînk de jî bang li desthilatê hate kirin û hate gotin "Ji bo şermkirinê hê jî ne dereng e" ser kuştina Hant Dînk reş nekin.
Gerinendeyê Giştî yê Rojnameya AGOS'ê Hrant Dînk li ber avahiya Sebatê ku 13 sal berê hatibû kuştin ji aliyê hevalên xwe, dam û dezgehên medenî û komeleyên rojnamegeran ve hate bibîranîn. Bi sedan kesî beşdariya çalakiya bîranîna Hrant dînk kir. Herkesî qerenfîlek danî ser wî cihê ku lê ketibû û canê xwe ji dest dabû. Ji aliyê Navenda Bîrê ya Hrant Dînk ve tam di saeta ku hatibû kuştin de yanî li 15.o5 deqîqeyan dengê wî dane guhdarîkirin. Bişûnde jî peyama Selahattîn Demirtaş hate xwedin û dirûşmeyên wek biratiya gelan hatin avêtin. Tayfun Mater Hevalê 40 salan yê Hrant Dînk diyar dike ji ber zordestiyan Ermanan nikaribû navê xwe bikarbînin yê Hrant jî 40 sal berê dema ew naskiriye Firat bûye.
Tayfun Mater (hevalê Hrant Dînk yê 40 salî) dibêje:"Dikaneke malbata Hrand Dînk hebû li Bakirkoyê. Piştî ez ji girtîgehê derketim di sala 1986an de, li wê dikanê min Hrant Dînk nas kir. Lê hingî navê wî Firat bû. Ji ber meseleyên li welêt û zordestiya li ser wî nikaribû navê xwe yê Ermenkî bikarbîne. Heta min berî wî passaport derxist, lê wî, nikaribû bistîne nedidanê. Paşî biryarek da û digel cemaetê, em hemû serwext kirin. Ji bo gelên li Tirkiyê ji Kurdan bigirin heta bi Ermen û Tirkan gaveke pir serkeftî avêt û rojanmeya Agosê derxist. Eger îro li Tirkiye û cîhanê behsa Ermenan tê kirin, para Hrant divê de gelekî zêde ye."
Ji bilî siyasetmedar û rojnamegaran hevalên Hrant Dînk yên hûnermend jî ji bo bîranînê amade bûn. Şanorger û sînameger Orhan Alkaya jî da zanîn, dema Hirant sax bû jî ji bo yekîtiya vî welatî gelek tişt kirine û piştî hate kuştîn jî. Ew dibêje loma bi israr ser doza Hrant tê reşkirin.
Orhan Alkaya (şanoger û lîstikvanê sînemayê) got:"Mirina Hrant Dînk, bû sedem ku eme careke din rûberîhev bibin bi wê reşûtartiyê re. Em bêrîya wî dikin. Ev birîn hê jî asê nebûye. Ne hindike ku mirovek rabe û li ser navê miletekî ku hatiye qirkirin rojnameyekê derxe, hem jî bi zimanê Tirkî. Û dîsa ne hêsan e ku dengek ji nav wî miletê ku hatiye qirkirin, bi wêrekî derkeve û biqîre. Ev kes Hrant e, xwezî saxbûna, em niha gelekî pêdivîyê bi wî û kesên wek wî dibînin."
Her çiqas çalakiya bîranîna Hrant Dînk, çalakiyeke bi destûr bû jî, xeta metroyê hate betalkirin bi taybet rawestgeha ku nêzîk cihê kuştina Hrand Dînk bû ya li Osmanbeyê. Herwiha hejmareke zêde ya rêyan jî hate qedexekirin beriya çalakiyê û heta piştî
dawîbûna çalakiyê. Vê yekê jî kir ku hejmareke zêde ya welatiyan nikaribin xwe bigihînin çalakiya bîranîna Hrant Dînk.