Bi hezaran welatî serdana navenda Kaşûkê ya Qereçdaxê dikin

Li bakûrê Kurdistanê yek ji navendên kaşûkê li serê Çiyayê Qereçdaxê ye. Bi hezaran welatî berê xwe didin Navenda Kaşûkê ya Qereçdax ango Çiyareş ê. Welatiyên ku bi malbatên xwe re li navenda kaşûkê demên xweş derbas dikin dixwazin ku riya ku diçe serê çiyê were firehkirin û xizmetgûzariyên baştir werin pêşkêşkirin.

K24- Amed

Li bakûrê Kurdistanê yek ji navendên kaşûkê li serê Çiyayê Qereçdaxê ye. Bi hezaran welatî berê xwe didin Navenda Kaşûkê ya Qereçdax ango Çiyareş ê. Welatiyên ku bi malbatên xwe re li navenda kaşûkê demên xweş derbas dikin dixwazin ku riya ku diçe serê çiyê were firehkirin û xizmetgûzariyên baştir werin pêşkêşkirin.

Ev der serê Çiyareş ango Qereçdaxê ye. Di bilindahiya hezar 919 metreyan de navendeke kaşûkê hatiye çêkirin. Ev navend di navbera Diyarbekir û Rihayê de cih digire lê ser bi navçeya Siwêrek a Rihayê ve ye. Ji bajarên wekî Diyarbekir, Riha, Dîlok, Mêrdîn, Semsûr û Êlihê bi hezaran welatî ji bo ku keyfa berf û kaşûkê derxînin berê xwe didin vê derê. Her welatiyek li gor derfetên xwe  yan li ser kîseke naylon yan jî li ser testekê xwe kaş dikin. Ji ber ku li dibistanan dewra bêhnvedanê destpêkiriye bi taybetî zarok li keyfa xwe dinêrin.

Serap Ok (Mamoste) got:"Em bi hevalên xwe yên mamoste re ji Cizîrê hatin. Me got ka em lê binihêrin ka Qereçdax cihekî çawa ye.  Ez cara pêşîn e têm vê derê.  Em hatibûn seyranê lê min ti carî ev der di nav berfê de nedîtibû."

Mihemed Elî (keya) got:"Ev der xweş e lê xizmet tine ye. Bi xaletekê diçin serê çiyê û bi xelatekê vedigerin. Em bi hebûna vê derfetê serbilind in lê belê hineke din xizmet divê."

Wehab Elden (welatî) dibêje:"Em berê nehatibûn vê derê lê vê carê zaroyan gotin em biçin, em jî hatin. Ev der gelekî xweş e. Alavên kaşûkê nemane,  me got em ê xwe kaş bikin lê alav bi dest me neketin, îro gelekî qelebalix e."

Welatiyên ku bi zar û zêçên xwe re tên navenda kaşûkê li ber dengê dawûl zirneyê govendê digerînin. Welatî bi gerandina govendê hem xwe gerim dikin hem jî keyfa dîlana li ser berfê derdixin.  Bi taybetî di rojên bêhnvedanê de hejmara kesên ku serdana navenda kaşûkê dikin zêdetir dibin.

Welatîyek dî dibêje:"Dibisttan niha di bêhnvedanê de ne, ev der ji bo zarokan gelekî xweş e. Yên ku dikaşin hene yên ku baz didin hene. Em dixwazin zêdetir welatî werin vê derê."

Enver Arslan (welatî) got:"Ez û malbata xwe em ji Siwêregê tên, zarokên me mereq dikir û em hatin. Baş bû ku em hatin. Alavên kaşûkê bi dest me jî neketin, lê em ti caran kaş nebûne em ditirsin ku em li erdê bikevin."

Welatîyek din got:"Em ji Siwêregê hatine, em ji bo keyfê hatine vê derê. Em ê bigerin, bixwin û vexwin û bi îzna Xwedê em ê vegerin mala xwe."

Sturatiya berfê li navendê ji 80 santîmetreyan derbas bûye. Li gorî lêkirina berfê heta dawiya meha adarê jî navenda kaşûkê vekiriye. Li gorî ragihandina  rêveberên navenda kaşûkê di rojên şem û yekşeman de nêzî 10 hezar kes serdana navendê dikin. Lê gilî û gazinca welatiyan ji riyên teng û xizmetguzariya kêm hene û dixwazin ku wekî li navendên kaşûkê yên li bajarên din li vê navendê jî xizmeteke baş were pêşkêşkirin.

Welatîyek din dibêje:"Em ji Diyarbekirê hatine. Ev çend sal in ku em li Diyarbekirê berfê nabînin lê em hatin me li vê derê berf jî dît."

Welatîyek din, got:Em ji Şamê hatine, dost û mirovên me li vê derê hene em hatine serdana wan. Serdana berfê ji bo derûniya mirovan jî baş e."

Welatîyek din, got:"Ez ajokarê greyderê me, em li ser navê şaredariyê li vê derê dixebitin. Ji bo ku welatî bi rihetî werin û vegerin em riyan vedikin."

Welatîyek din, dibêje:

"Ez û hevalê xwe em riyan vedikin, em dixwazin ku welatî bi rihetî were û here û keyfa xwe bike."

Welatiyên ku serdana navendê dikin ji aliyekê xwe li ber agirê daran gerim dikin û ji aliyêkê jî xwarin û vexwarina xwe amade dikin.  Tê çaverêkirin ku îsal nêzî 150 hezar welatî serdana navenda kaşûkê bikin.