Li parêzgehên naverast û başûrê Iraqê xwepêşandan destpê kirine
Ji serê vê sibê ve, xwepêşandanan li piraniya parêzgeh û bajarên naverast û başûrê Iraqê destpê kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji serê vê sibê ve, xwepêşandanan li piraniya parêzgeh û bajarên naverast û başûrê Iraqê destpê kirine.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Bexdayê, riya navdewletî ya di navbera Bexda û parêzgehên başûrê Iraqê de hatin girtin û çûnûhatin jî rawestiye.
Li gor zanayriyan, li Kerbelayê pireya sereke “Zerîbe” ya li nava parêzgehê û 4 pireyên sereke yên parêzgeha Mosena hatin girtin û çûnûhatin li bajarên Semawa û Romêse hatin rewastandin. Herwiha riya di navbera herdu parêzgehan Zîqar û Mosene jî hatiye girtin.
Li Baqobe jî, xwepêşanderan pireya “Cumhoriye” girtine û riyên çûnûhatinl namene. Ji aliyekî din ve jî, riya di navbera herdu parêzgehan Dîwaniye û Babil jî hatiye girtin.
Ev di demekê de ye, pêştir xwepêşanderan li Nasiriye moleta 3 rojan dabû hikûmeta Iraqê, ji bo daxwazên wan bicih bînin, heger bicih neyên jî, dê helwesta wan ya tund hebe.
Îro jî moleta 3 rojan bidawî dibe, çalakvan û xwepêşander jî hewlên xwe li ser tora internetê zêde kirine, ji bo xwepêşandaneke milyonî encam bidin.
S. B