Rûhanî: Amerîka Karbirêkerê sîyaseta Îsrayîl e û dê poşman bibe

Serokomarê Îranê, Amerîka bi karbirêkerê siyaseta Israîlê li navçeyê binav dike û dibêje, dê di dawiyê de, ji siyaseta xwe poşman bibe.

K24- Hewlêr

Serokomarê Îranê, Amerîka bi karbirêkerê siyaseta Israîlê li navçeyê binav dike û dibêje, dê di dawiyê de, ji siyaseta xwe poşman bibe.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di civînekê de digel Wezîrê derve yê Venezuêla ragihand, gavên Israîlê li navçeyê metirsîdar in û dê di dawiyê de Amerîka poşman bibe.

Bi gotina Rûhanî, Amerîka siyaseta dujminkarane li himber Îranê girtiye ber û dibêje, Waşington di siyaseta xwe ya plangeriyê de, li dijî hikumet û gelê Îranê berdewam e.