Firokeyên F16 ên Iraqê veşartgehên DAIŞê Hemrîn bordûman kirin

Firokeyên F16 ên Iraqê hejmarek veşartgehên DAIŞê li zincîra çiyayê Hemrîn bordûman kirin.

K24- Hewlêr

Firokeyên F16 ên Iraqê hejmarek veşartgehên DAIŞê li zincîra çiyayê Hemrîn bordûman kirin.

Wezareta Bergirî ya Iraqê, dîmenên vîdyoya bordûmanên balefrên F16 ên ser bi Hêzên esmanî ya Iraqê belavkiriye, ku tê de hejmarek veşartgehên çekdarên DAIŞê li zincîra çiyayê Hemrîn bordûman dike. Lê amaje bi ziyaniyên çekdarên DAIŞê nekiriye.

Ligor ragihandina Wezareta bergiriyê, balefirên wan ji bingeha esmanî ya Beled rabûn e û ew bordûman encam da ye.