Hewla rakêşana geştyaran bi rêya festîvalan tê dayîn

Platforma geştyariyê ya Stenbolê ji bo pêşxistina geştyariyê, kombûnek mezin pêkanî. Di vê kombûnê de, ji hemû sektorên geştyariyê, zêdetirî 400 berpirs beşdar bûn û liser rewşa geştyariyê nêrînên xwe bi hevre parve kirin.Tê xwestin, bi rêya vê kombûnê geştyariya Stenbolê bê geş kirin û rêyek hevbeş a çaseriyê ji bo hemû sektorên geştyariyê, bê peyda kirin.

K24- Stanbol

Platforma geştyariyê ya Stenbolê ji bo pêşxistina geştyariyê, kombûnek mezin pêkanî. Di vê kombûnê de, ji hemû sektorên geştyariyê, zêdetirî 400 berpirs beşdar bûn û liser rewşa geştyariyê nêrînên xwe bi hevre parve kirin.Tê xwestin, bi rêya vê kombûnê geştyariya Stenbolê bê geş kirin û rêyek hevbeş a çaseriyê ji bo hemû sektorên geştyariyê, bê peyda kirin.

Platforma geştyariyê ya stenbolê ya ku Ji aliyê şaredariya bajarê mezin ya stenbolê ve hatî ava kirin li ser rewşa geştyariyê kombûneke mezin pêkanî. Di vê kombûnê de ji hemû sektorên geştyariyê zêdetirî 400 rêveber ,kompanî,saziyên geştyariyê û akademisyen beşdarbûn û li ser rewşa geştyariyê pirsgirêk,pêşniyar û projeyên xwe bihev re parve kirin.Yek ji rêvebera kompaniyeka geştyariyê Nêrgiz Aslanê diyar kir ji bo pêşxistina geştyariyê bandorek mezin ya fuaran heye û ew bi rêya vê kombûnê dikarin çareseriyek mezin ji bo sektora geştyariyê peyda bikin.

Nêrgiz Aslan (rêvebera kompaniyeka geştyariyê) got:''Min îro piranî behsa giringiya fuaran kir.Fuar di geştyariyê de ciheke mezin digire.Ev kombûna îro gaveke gelek baş e,ji hemû sektorên geştyariyê berpirs beşdar in û em bihevre behsa pirsgirêkên xwe dikin û hewl didin bi hewre rêyên çareseriyê peyda bikin .Bi baweriyam emê encameke baş ji vê kombûnê derxînin.''

Berpirsê kompaniyeka geştyariyê Akin Arikan jî radgihîne van 4 salên derbasbûyî de geştyariya stenbolê ji ber gelek sedeman bandorek gelek xerab dît ji ber wê divê biryarên di vê kombûnê de bêne sitandin bêne bicihkirin.

Akin Arikan (berpirsê kompaniyeka geştyariyê) dibêje:''Geştyariya stenbolê ji ber gelek sedeman di 4 salên derbasbûyî de rastî şikestinekê mezin hatîbû. Lê ji bo salên bê rewşeke erênî xuya dike.Ev kombûnên wiha gelekî giring in lê divê tiştên li vêderê tên axaftin baş bên nirxandin û biryarên bêne sitandin bêne bicihanîn.

Di vê kombûnê de berpirsên platforma geştyariyê ragihandin ew dixwazin stenbolê bikin bajarê festîvalan û ji bo wê jî ev kombûna ku ji hemû sektorên geştyariyê berpirs beşdar bûyîn dê ji bo pêkanîna vê tiştê bibe alîkar.