Ebdulmehdî: Îraq bi rewşekê re derbaz dibe ku hemû alîyan şermezarîye

Serok wezîrên Îraqê, daxwaz ji Perlemana Îraqê û alîyên sîyasî dike bi zûtirîn dem kandîdekî bo posta serok wezîran destnîşan bikin û hikumeteka nû karûbarên welat birêve bibe.

K24- Hewlêr

Serok wezîrên Îraqê, daxwaz ji Perlemana Îraqê û alîyên sîyasî dike bi zûtirîn dem kandîdekî bo posta serok wezîran destnîşan bikin û hikumeteka nû karûbarên welat birêve bibe.

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê di civîna Civata Wezîran de ragehand: Welat bi rewşekê re derbaz dibe, ku beranber hemûyan di kawdaneka şermezarîyê de ye.

 Tekez jî kir, rêz li biryara perlemanê digirîn û daxwaz ji alîyan jî kir, rêzê li serwerya axa Îraqê bigirin. Adil Ebdulmehdî daxwaz ji Perlemananê û alîyên sîyasî kir, bi zûtirîn dem kandîdekî bo posta serokê wezîran pêşkeş bikin.