Caz û muzîka klasik di nav hev de hate honandin

2 hûnermendên navdar, di trompetê de Marco Vezzoso û di piyanoyê de jî Alessandro Collina caz û mûzîka klasîk bihevre honandin û raberî raya giştî kirin. Ev her dû beşên muzîkê ku xwedî raboriyeke sedan salan in bi behremendiyeke serkeftî û jîrek ji aliyê Vezzoso û Collina ve hatiye honandin, li Tirkiyê li Navenda Çandê ya Îtalyayê hate raberkirin. Hûnermendê navdar Marco Vezzoso bo Kurdistan 24ê diyar kir, xebata hûnerî ya ku wan çêkiriye li hemû cîhanê wek efsûnekê hatiye pêşwazîkirin.

K24- Stanbol

Marco Vezzoso (Trompette) got:"Em bi muzîka klasîk hatin perwerdekirin, loma wê bikartînin. Me muzîka klasik û caz bi melodiyên Îtalyanî di nava hev de honand. Her çiqas bêfikirin ev tişt ne pêkan xuya be jî, digel Alessandro me gavek avêt û xebateke bi vî awayî efsûnî derxiste holê. Li cîhanê jî reaksiyonên gelekî baş hene."

Alessandro Collîna ku ew jî bi piyanoyê tevlî ahenga hûnera honandî ya muzîka klasîk û cazê dibe, dibêje; Di vir de hiyerarşi nîn e, bi tenê hevkêşeyeke hêsan û sofîstîke heye. Me jî xwest vê xebata hûnerî bi hemû dinyayê bidin naskirin.

Alessandro Collina (Piyano) got:"Em ji Emerîkayîyan cûda dinirxînin cazê. Em Ewrûpî ji ber di warê perwerdehiya muzîka klasîk de serkeftî ne û di nava vê çandê de gihîştine baştir dikarin wê û cazê digel hev bidin. Em li hemû cîhanê digerin û li Tirkiyê jî di konsertê de em ji reaksiyonên pozîtîf gelekî kêfxweş bûn."

Marco Vezzoso û Alessandro Collina bi hev re 4 albûm çêkirine. Li Îtalya û Fransayê, Tokyo û Japonyayê, Kamboçya, Endonezya, Malezya û heta Çînê, Tirkiye jî di navê de bi dehan konset dirûstkirine. Marco Vezzoso, li Albayê jidayikbûye û trompetkarê cazê ye. Li konservatûara Torîno xwendiye û beşdarî masterclassên trompetkarên Ewropî û Îtalyanî bûye. Alessandro Collina jî yekemcar dersên piyanoyê ji Maestro Ubaldo Giardini werdigire ku di heman demê de apê wî ye û diplomaya xwe ya muzîka klasik jî ji konservatûvara Îtalî, La Spezia werdigire. Collîna bi dehan navên navdar ên muzîka klasîk û cazê konsertan lidardixe. Yek ji wan jî Fabrizio Bosso ye.