Sedir xwepêşandaneke milyonî li dijî Amerîka birêk dixe
Biryar e sibe xwepêşandaneke milyonî li Bexdayê li ser daxwaza Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê birêve biçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e sibe xwepêşandaneke milyonî li Bexdayê li ser daxwaza Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê birêve biçe.
Pêştir Parlemana Iraqê û piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê ya ser bi Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî, biryar derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê pesend kiribû.
Biryar e, sibe 23ê vê mehê xwepêşandana milyonî li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê, li Bexdayê bê kirin.
Berî du rojan Muqteda Sedir di twîttekê de daxwaz ji xelkê kiribû, beşdarî vê xwepêşandanê bibin û nivîsîbû: “Xwe pêşan bidin, welatê me ne cihê biyanî ye.”
Peyvdarê fermî yê Muqteda Sedir Selah Ubeydî rgihand, sibe xwepêşandana milyonî li çarêya Zanîngeha Bexdayê li navçeya Çadiriye tê kirin, ji bo bandor li ser xwepêşandanên xelkê nebe.
Ji aliyekî din ve, xwepêşanderên Iraqê di daxuyaniyekê xwepêşandana Muqteda Sedir a li dijî hebûna hêzên Amerîkî red kirin.
Xwepêşanderan di daxuyaniyê de gotin: “Daxwaza ji nava xaka Îranê ve li dijî Washingtonê tê kirin, siyasî ye û nakeve doza Iraqê”.
S. B