Îran daxwaza avakirina dibistanên Sûriyê dike
Wezîrê Perwerdê yê Îranê ragihand, welatê wî amade ye dibistanên li Sûriyê ji aliyê teroristan ve hatine wêrankirin, dubare ava bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Perwerdê yê Îranê ragihand, welatê wî amade ye dibistanên li Sûriyê ji aliyê teroristan ve hatine wêrankirin, dubare ava bike.
Wezîrê Perwerdê yê Îranê Muhsên Hacî Mîrzaî duhî bi serdanekê gihîşt Şamê û ji rojnamevanan re ragihand, Îran amade ye dibistanên Sûriyê yên hatine wêrankirin dubare ava bike.
Ji aliyekî din ve, ajansa “IRNA” a Îranî ragihand, hevkariya dualî di navbera Îran û Sûriyê de di warê perwerdê de ji bo danîna çandeke hevbeş di navbera herdu gelan de ye, ji bo vê armancê jî Îran amade ye dibistanên Sûriyê dubare ava dike.
Hebûna Îranî li Sûriyê di warê serbazî de bû, ku mîlîşyayên girêdayî Supaya Pasdarên Îranê piştevaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed di şerê li dijî opozîsyona Sûriyê de dikin, lê ji du salan ve Îran hewl dide beşdarî proseya avedankirina Sûriyê bibe.
S. B