Amerîka bêgeha xwe li Iraqê bihêztir dike
Kenala “Fox News” a Amerîkî li ser zarê berpirsekî Pentagonê belav kir, Washington ji bo parastina binkeyên xwe yên serbazî li Iraqê, bi niyaz e sîstema mûşekî “Patriot” li Iraqê belav bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kenala “Fox News” a Amerîkî li ser zarê berpirsekî Pentagonê belav kir, Washington ji bo parastina binkeyên xwe yên serbazî li Iraqê, bi niyaz e sîstema mûşekî “Patriot” li Iraqê belav bike.
Belavbûna nûçeya danîna sîstema mûşekî “Patriot” li Iraqê di demekê de ye, di dema mûşekbarana binkeya Eyn Esed ku hêzên Amerîkî lê ne, wan nekarî ti mûşekekê jî bixinîn xwarê.
Di encama êrîşa mûşekî li ser binkeya Eyn Esed li rojavayê Enbarê de, karmendekî bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dike canê xwe jidest dabû û 11 serbazên Amerîkî rastî leqîna mejî bûbûn.
Iraqê niha di rewşeke cuda re derbas dibe, di demekê de hin berpirsan daxwaza derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê dikin, Washington jî dixwaze sîstema Patirot li wî welatî belav bike.
Ji aliyekî din ve, berpirsên Washingtonê radigihînin, her çendî berpirsên li pêş ragihandinê daxwaza derkirina hêzên Amerîkî dikin, lê di odeyên girtî de, axaftinên din dikin.
S. B