Adil Cubeyir red dike Amerîka ji Rojhilata Navîn vekişe
Wezîrê Dewletê ji bo karûbarê Derve yê Siûdiyê, Adil Cubeyir red dike ku Amerîka ji Rojhilata Navîn vekişe.
K24- Hewlêr
Wezîrê Dewletê ji bo karûbarê Derve yê Siûdiyê, Adil Cubeyir red dike ku Amerîka ji Rojhilata Navîn vekişe.
Adil Cubeyr got: Dema Trump biryara vekişandina ji Sûriyê da di heman demê de piştevaniya asîmanî da Kurdan û hêzên serbazî ji bo parastina bîrên petrolê hişt daku destê rejîma Esed neghê wê patrolê, û ev yek jî amaje ye ku Amerîka xwe bihêztir dike û ji deverê venakişe.
Herweha got: Hemû kesan digot, Emerîka ji Rojhelata Navîn dê xwe vekişîne û em piştî nemana Emerîka çi bikîn? Lê serok Tiramp 5 hezar serbaz şandin bo Seûdîye, anku hejmara hêzên xwe dû caran hin berê lêkir û gemîya cengî şand Kendavê û sîstema dije mûşekên balîst li Seûdîye cêgîr kir, lew ev nevekişane.