Pênc kesên din ji xwenîşanderên Îraqê hatin kuştin

Xwenîşandanên parçe parçe li Îraqê berdewame û hejmara kuştîyan jî gehişte pênc kesan.

K24- Hewler

Xwenîşandanên parçe parçe li Îraqê berdewame û hejmara kuştîyan jî gehişte pênc kesan.

Tevî bikahînana tundûtijîyê zêde ji alîyê hêzên ewlekarîyê li Îraqê, heya niha xwenîşandan parçe parçe li Bexda û û bajarên din berdewame û xelik ber bi qadên xwenîşandanan diçin. Di dema 24 dejimêrên burî de, li Bexdayê sê kes û li Dîqar dû xwenîşander hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Ji alîyekê dî ve, Lûey Yasirî, Parêzgarê, Neceg red dike , wî  nîyaz hebe ku xwenîşanderan belav bike û rê li pêşîya xwenîşandanan bigire.

Qasim Nezzal, fermandeyê operasyonên Besre, biryar da teva ya xwenîşanderên girtî azad bike.

Hevdem bi sedema piştîvanîya wî bio xwenîşanderên Nasirîye, nivîsîngeha tayabeta rêberê Rewt Sedir, biryar da, Esed Nasirî, berpirsê nivîsîngeha Rewtê li Parêzgeha Dîqar ji derbike.