Bo cara yekem dû hevrûşbû yên Vayrosa Korona hatin çareserkirin.
Dû hevrûşbûyê yên Vayrosa Korona li welatê Çînê hatin çareserkirin û ji nexweşxaneyê derkevtin. Yek ji wan jineka 56 salî ye li bajarê Şanghay ya Çînê û kesê dûyem jî, zelameke 46 salîye, ji Herêma Jîng Yang a wî welatî.
K24- Hewlêr
Dû hevrûşbûyê yên Vayrosa Korona li welatê Çînê hatin çareserkirin û ji nexweşxaneyê derkevtin. Yek ji wan jineka 56 salî ye li bajarê Şanghay ya Çînê û kesê dûyem jî, zelameke 46 salîye, ji Herêma Jîng Yang a wî welatî.
Li gor çavkanîyên tendûristî ya Çînê yên fermî, ew jin 56 salîye, demeka dirêj li bajarê Wuhan jîyaye, ku ew bajêr cihê belavbûna wê vayrosê ye.
Ew jin hevrûsê vayrosê bibû, lê piştî çavdêrîyeka tenduristî, rewşa tenduristî ya wê baştir bû û ti bandora Vayrosê li ser wê neman.
Ew jin li roja 10/12/ hevrûşî vayrosê bibû, dûv re li 15/1/2020 hat veguhaztin bo nexweşxaneyê. Pizîşkan tekez jî tekez kiribûn ku ew jin hevrûşî, coreka vayrosa nû bûye û bi yekem keysa hevrûşbûyên wê vayrosê dihêt danan li wê deverê.
Di dema çareserîyê de, baştirbûna tenduristîya jinê hatîye dîtin, pile ya germîya leşê wê zêde nebûye. Bo dema 6 rojan jî, çavdêrîya pileya germîya leşê wê hatîye kirin. Pişkinînê jî başîya tenduristîya wê jinê nîşan daye. Piştî wan pişkinînan jî, komîte ya pisporan biryar dane wê jinê ji nexweşxaneyê derxînin.
Tora telefizyona Çînê belav kirîye, zelamekê temen 46 sal, ku hevrûşî wê vayrosê bûye, hatîye çareserkirin, ewa alîkar bûye di çareserkirina wê vayrosê, ji destpêkê serheldana nîşanên wê Vayrosê hatîye zanîn.