Di 24 demjimêran de, artêşa Sûriyê 6 bajarok ji destê dijberîya Sûriyê derxistin

Di dema 24 demjimêran de, artêşa Sûriyê 6 bajarok ji destê dijberîya Sûriyê li bakurê rojvayê Sûriyê derxistin.

K24- Hewlêr

Di dema 24 demjimêran de, artêşa  Sûriyê 6 bajarok ji destê dijberîya Sûriyê li bakurê rojvayê Sûriyê derxistin.

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belavkirîye, artêşa Sûriyê û çekdarên ser bi wê ve nêzîkî bajarê Me'iret Elne'man li başûrê Îdilbê dibin û karîne di demê 24 demjimêran de 6 bajarokan ji destê dijberyê derxin in.

Li gor Riwangehê di dema dû rojan de li wê navçeyê  40 serbazên hikumeta Sûriyê, herweha 55 çekdarên dijberîyê jî hatîne kuştin.