Hêzên ewlekarîya Îraqê xwnîşanderan belav dikin
Hêzên ewlekarîyên Îraqê li piranîya bajaran dest bi helmeteka belvkirina yekcarî ya xwenîşanderan kirîne û berengarî wan bûne.
K24- Hewlêr
Hêzên ewlekarîyên Îraqê li piranîya bajaran dest bi helmeteka belvkirina yekcarî ya xwenîşanderan kirîne û berengarî wan bûne.
Li gor ajansa Royterz, li Bexda 14 xwenîşander û li Nasirîye 17 xwenîşander hatîne birîndarkirin û hinek ji wan jî, ji encama teqeyên rasterastên hêzên ewlekaryê birîndar bûne.
Herweha li bajarên Kebela, Necef, Besre û Dîwanîye rûbirûbûn berdewam e û hêzên ewlekarîyê dixwazin dawîyê bi xwenîşandan bihînin.
Ev hewlên hêzên ewlekarîyê bo têkdan û nehêştina xwenîşandanan piştî wê yekê hat, ku Sedir daxwza vekişanê ji alîgirên xwe kir.
Ev yek jî bû sedema wê yekê ku xwenîşander Sedir bi xîyanetkirin ji xwenîşanderan tuhmetbar bike.