Di dema 24ên burî de 12 xwenîşander hatin kuştin û 230 kesên jî birîndar bûn

Di dema 24 demjimêrên burî de, 12 xwenîşander li Îraqê hatin kuştin û 230 kesên din jî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Di dema 24 demjimêrên burî de, 12 xwenîşander li Îraqê hatin kuştin  û 230 kesên din jî birîndar bûn.

Komisyona mafên mirov yê Îraqê aşkera kir, ku di demea 24 demjimêrên burî de, bi sedema rûbirûbûna di navbera hêzên ewlekarîyên Îraqê xwenîşanderan de, 12 xwenîşander hatin kuştin û 230 xwenîşander jî birîndar bûn ku piranîya qurbanîyan ji bajarê Bexda, Dîqar û Besre bûn.

 Herweha komisyona mafên mirov yê Îraqê aûkera kirîye, ku hêzên ewlekarîyê 89 xwenîşander gitiîne.

Piştî vekişana alîgirên Sedir ji rêza xwenîşanderan, hêzên ewlekarîyê dest bi hêrişkirine ser xwenîşanderan kir û dixwazin dawî bi xwenîşandanan bihînin. Ev yek jî bû sedema wê yekê, ku duhî Yekşembîyê, pişkek ji xwîndakaran biçin nav rêzên xwenîşanderan.