Amerîka daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî li Idlibê dike
Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, welatê wî ji êrîşa berfireh a artêşa Sûriyê û hevalbendên wê li ser Idlib û rojavayê Helebê nîgeran e û daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî ên artêşa Sûriyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, welatê wî ji êrîşa berfireh a artêşa Sûriyê û hevalbendên wê li ser Idlib û rojavayê Helebê nîgeran e û daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî ên artêşa Sûriyê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li twittera xwe nivîsî: “Nûçe hene ku hêzên hevbeş ên Rûsî, Sûrî, Îranî û hêzên Hizbulaha êrîşeke berfireh li ser Idlib û rojavayê Helebê dikin. Em bi nîgeranî rewşa wan navçeyan dişopînin.
Pompeo got jî, operasyonên leşkerî yên li bakurê rojavayê Sûriyê, aramiyê têk dide û rêkeftina agirbestê ya bi biryara Netewên Yekgirtî 2254 hatiye ragihandin binpê dike.
Wezîr Derve yê Amerîka daxwaza rawestandina dimildest a operasyonên leşkerî kir û daxwaz kir jî, rê li pêş rêxistinên mirovî bêne vekirine, ji bo alîkariyan bigihînin xelkê wan navçeyan.
Di dema dawî de artêşa Sûriyê û hevalbendên dest bi êrîşeke berfireh li ser Idlib û rojavayê Helebê kirine û hejmarek ji gund û bajarokan kontrol kirine. Herwiha ji encama wê êrîşê dora 300 hezar kes koçberî sînorê Tirkiyê û Efrînê bûne.
S. B