Lavrov cudakirina opozîsyonê ji teroristan ji Çavuşoglu dike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaz ji hevpostê xwe yê Tirkiyê dike, opozîsyona Sûriyê ya liberal ji çekdarên terorist li bakurê Sûriyê cuda bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaz ji hevpostê xwe yê Tirkiyê dike, opozîsyona Sûriyê ya liberal ji çekdarên terorist li bakurê Sûriyê cuda bike.
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de belav kir, Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de rewşa Idlibê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşgolu re guftûgo kiriye.
Ragihandin jî, herdu aliyan behsa karên xwe yên hevbeş ji bo jinavbirina terorê û gerentîkirina berdewamiya agirbestê li Idlibê li gor rêkeftina wan a “Herêma kêmkirina aloziyan li Idlibê” a 17ê Îlona 2018an de kirine.
Da zanîn jî, di pêwendiya telefonî de aliyê Rûsî xalên ji aliyê grûpên çekdar ve hatin binpêkirin ji aliyê Tirkî re diyar kirin û daxwaz jê kir, opozîsyona Lîberal ji teroristan cuda bike.
Amaje bi wê jî da, herdu aliyan tekezî li ser piştevaniya komîta destûrê ya Sûriyê û çareseriya siyasî ya bi alîkariya Netewên Yekgirtî û welatên gerentîker ên Astanayê kirin.
S. B