Hatina karkerên bîyanî bo Herêma Kurdistanê dê bihêt sinûrdarkirin
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî mijûlî rêkkirina hînana kirkêkarên bîyanîye bo Herêma Kurdistanê. Wezîra Kar û Karûbarên Civakî radigehîne, di çend rojên dahatî de,li gel wezareta navxwe dê civîn bo danana mîkanîzîm û carek din rêkxistina hînana karkerên bîyanî li Herêma Kurdistanê.
K24- Hewlêr

Kwêstan Mehemed, wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê bi Kurdistan 24 ragehand: Di çend riojên dahatî de, bi hevahengî li gel wezareta navxweyî konfiransekê encam didîn. Çunku ev karkerên bîyanî dihên Herêma Kurdistanê hemû bi rêya Wezareta Kar nahên, lê piranîya wan bi rêya wezareta navxwe û parêzeran dihên. Hinek jî bi qaçax dihînin, lew me mebeste konfiransekê bo rêkkirin karê karkerên bîyanî li Herêma Kurdistanê bi awayekê be ku delîve ya kar bo karkerên navxwe bihêt desteberkirin.
Got jî: Hewil didîn kirêya karkeran zêde bikîn, çunku sedema wê yekê ku karkerên navxwe kar nake ew ku kirê û mûçeyê wî kême.