Li Çînê, hejmara kesên bi sedema Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan e, gihişte 106 kesan
Li Çînê, hejmara kesên bi sedema Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan e, gihişte 106 kesan. Li Almanya jî, yekem haleta tûşbûn bi wî vayrosî, hat tomar kirin.
K24- Hewlêr
Li Çînê, hejmara kesên bi sedema Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan e, gihişte 106 kesan. Li Almanya jî, yekem haleta tûşbûn bi wî vayrosî, hat tomar kirin.
Desthilatdarên Çînê ragihandiye, 24 kesên din, bi sedema Vayrosê Korona li herêma Hubî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên heya niha li Çînê canê xwe ji dest dan e, gihişte 106 kesan û zêdetir ji 4 hezar kesan jî, tuşî wî vayrosî bûn e.
Hevdem, desthilatdarên Çînê, destpêkirina proseya xwendinê li dibistan û zanîngehan jiber belavbûna wî vayrosî, heya demek nediyar paşxist.
Hikumeta Almanya jî, yekem haleta tuşbûn bi Vayrosê Korona ragehand.