Emerîka zîyanên hêrişa mûşekîyên Îranê aşkera dike

Wezareta berevanîya Emerîkayê aşkera kir, 50 serbaz û fermanberên wan bi sedema hêrişa mûşekî ya Îranê birîndar bûne.

K24- Hewlêr

Wezareta berevanîya Emerîkayê aşkera kir, 50 serbaz û fermanberên wan bi sedema hêrişa mûşekî ya Îranê birîndar bûne.

Piştî derbazbûna çend rojan bi ser hêrişa mûşekî ya Îranê bo ser bingehên serbazîyên Emerîkayê li Îraqê, wezareta berevanîya Emerîkayê (pêntagon) hejmareka nû ya birîndaran belav dike. di nûtirîn amar de, Tomas Kambil, gotebêjê wezareta berevanîya Emerîkayê ragehand, ji encama hêrişên mûşekî yên Îranê, 50 haletên birîndarbûna srbazan û karmendan hatîye tomarkirin, û piranêya haletên wan jê leqîna mêjîyê ye.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, 31 kes ji wan li Îraqê hatine çareserkirin û vegeriyan ser karên xwe,  18 yên din jî hatîne şandin bo Elmanîya bi merema pişkinîn û çareserîyê û yek jî li Kiwêtê dihêt çareserkirin.

Berî sipêdeya roja 8/1/2020 komara Îslamî ya Îranê, wek tole vekirin ji bo Qasim Sueleymanî, fermandyê Feyleqa Qudisa Supayê Pasdaran, hêrişeka mûşekî kire ser bingehên hêzên Emerîkayê li Îraqê.