Ebdulmehdî: Bo derxistina hêzên bîyanî danûstandinan dikîn

Di civîna heftane ya Civata Wezîrên Îraqê de, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêker daxwaz ji Civata Nwênerên Îraqê kir, nabe destberdarê rewşê bin, lew lezê bikin ji yek alîkirina pirsa hikumetê.

K24- Hewlêr

Di civîna heftane ya Civata Wezîrên Îraqê de, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêker daxwaz ji Civata Nwênerên Îraqê kir, nabe destberdarê rewşê bin, lew lezê bikin ji yek alîkirina pirsa hikumetê.

Derbarê pirsa derxistina hêzên Bîyanî jî ragehand: Em dixwazîn peywendîyên xwe careka diin rêk bikîn û dostanîyê li gel teva ya alîyan zêdetir bikîn neku dijmninan zêde bikîn.

Adil Ebdulmehdî got: Komîte ya tenduristîyê bi serperiştîya wezîrê tenduristîyê raspart bo çavdêrîkirina Vayrosa Korona ya Nû. Rêkar jî li tevaya derîyên sinûrî û firokexaneyan girtîne ber, lê xweparêzîye heya niha ti tiştek cihê nîgeranîyê û tirsê nîne. Ti haletên tûşbûnê bi bi wê vayrosê li Îraqê nehatîye tomarkirin û rewş jî bi temamî hatîye kontirolkirin.

Derbarê xwenîşandanan jî got: Îraqê pêwîstî bi hevkarî yên navxweyî û derekî heye, eger Îraq di dosê ya ewlekarî, civakî, abûrîyê û sîyasetekea rêkxistî ya bihêz hebe, em tev mifayê ji Îraqê dibînîn, bi rojhelat, rojava û cîranên dûr û nêzîk ve.

Ebdulmehedî ragehand jî: Daxwaz ji Civata Nwêneran dikîn dengê me bibihîste û lezê bike ji pêkanîna hikumetê. Nabe destberdarê rewşê bin, nabe zêdetir astengan li pêşîya karên hikumeta karbirêker durist bikin. Êdî pirs hikumetê yek alî bikin, erkê hewe yê evro yekalîkirina pirsa hikumetê ye.

Amaje bi wê yekê jî: Derbarê dekevtina hêzên bîyanî, ku rayeka giştî heye ev pirs di destê hikumetê de ye, lew divê hikumet rê bide danûstandinan, çunku em naxwazîn ji evê pirsê derkevîn û em dijminên xwe zêde bikîn, lê em dixwazîn peywendîyên xwe careka din rêk bikîn û dostanîyê li gel tevaya alîyan zêde bikîn.