Pompêyo hûrgelîyên sîyaseta Waşintunê li Îraqê û Îranê aşkera dike
Wezîrê derve yê Emerîkayê di kongirêsa Emerîkayê hûrgelîyên sîyaseta welatê xwe derbarê Îraq û Îranê dê aşkera bike.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Emerîkayê di kongirêsa Emerîkayê hûrgelîyên sîyaseta welatê xwe derbarê Îraq û Îranê dê aşkera bike.
Îlyot Angil, serokê Komîteya Peywendîyên Derve di Kongirêsa Emerîkayê de aşkera kir, ku Mayîk Pompêeyo wezîrê derve yê Emerîkayê razî bûye ku di çend hefteyên dahatî de, dê were kongirêsê û zelalkirin û hûrgelîyên zêdetir derbarê sîyaseta rêveberîya Tiramp li Îraq û Îranê aşkera bike.
Ew rûniştina Kongirêsê bo ewê mebestê ye, ku desthelata rêveberîya Tiramp sinûrdar bikin li encamdana operasyonên taybet di welatên din de nemaze li welatên Rojhelata Navîn, wek operasyona kuştina Qasim Suleymanî.