Sûriyê xaleke serbazîya Tirkiyê topbaran kir
Hêzên artêşa Sûriyê xaleke serbazîya Tirkiyê li derdora Helebê topbaran kir
K24- Hewlêr
Hêzên artêşa Sûriyê xaleke serbazîya Tirkiyê li derdora Helebê topbaran kir
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, hêzên ser bi hikumeta Sûriyê ve cara dûyemîn e di dema 24 demjimêran de xaleke serbazîya Tirkiyê li navçeya Raşdîn li derdora Helebê topbaran kir.
Li gor Riwangehê artêşa Sûriyê karwaneka serbazî ya Tirkiyê li wê navçeyê kiribû armanc û di encam de otombîleka serbazîya Tirkiyê şewtî lê hêj zîyanên canî ne hatîne zanîn.
Riwangehê belav jî kirîye ku di dema 5 rojan de artêşa Sûriyê karî li bakurê rojavayê Sûriyê bêtir ji 35 deveran ji destê dijberîya Sûriyê derxe û niha ji bajarokê Seraqib nêzîk dibe.