Vîdyo.. Tirkiya gemîyeka pir ji zirêpoşan digehîne Lîbya

Gotebêjê fermandea hêzên çekdarên Lîbya, lîwa Ehmed Elmismarî gitteyeka vîdyoyî hînanexwara zirêpoşan û çek û teqmenîyên Tirkiyê li lêvarê ava Lîbyayê belav kir.

K24- Hewlêr

Gotebêjê fermandea hêzên çekdarên Lîbya, lîwa Ehmed Elmismarî gitteyeka vîdyoyî hînanexwara zirêpoşan û çek û teqmenîyên Tirkiyê li lêvarê ava Lîbyayê belav kir.

Elmismarî ragehand, ew gemîya Tirkiyê li bendera Tarablusê li roja 28/1/2020 hatîye valakirin.

 Got jî: Em evê destewerdana Trikiyê di karûbarê Lîbya şermezar dikîn û bi vajîya hemû yasa û rêsayên nêvdewletî diznîn.

Berê jî çavkanîyeka serbazîya Firansayê, bi ajansa nûçeya Firans Pirês ragehandibû, ew gemîya Tirkiyê hejmareka zirêpoşan gehandîye Lîbya.

Ewî çavkanî xuya jî kirîye, Girgemîya Şarl Dîgol a Firansayî, çavdêrîya gemîya Trikiyê kirîye ku alaya Lubnanê hildabû.