Emerîka hizir li danana sîstema Patiryotê dike li Îraqê

Supasalarê Emerîkayê tekez dike, li gel desthelatdarên Îraqê ji alîyê serbazî ve dê hevkar bin û hizir li danana sîstema berevanîya Patiryotê li Hewlêr û Eyîn Esed dikin li Hewlêr û Eyîn Esed.

K24- Hewlêr

 Supasalarê Emerîkayê tekez dike, li gel desthelatdarên Îraqê ji alîyê serbazî ve dê hevkar bin û hizir li danana sîstema berevanîya Patiryotê li Hewlêr û Eyîn Esed dikin li Hewlêr û Eyîn Esed.

Mark Mîlî, fermandarê desteya hevpişka sûpayê Emerîkayê di konfiranseka rojnamevanî de,  li Waşintunê ragehand: Em li gel Îraqê di hewil deyîne daku sîstema berevanîya mûşekî bişînîn wî welatî, lê danan û cihgîrkirina patiryontê ne kareke biçûk û sanah e. bi rastî dikarîn bêjîn, cihgîkirina batalyona sîstema berevanîya mûşekî.

Ragehand jî: Dûv re, erê ev betalyûn li Elesed yan li Hewlêrê dê bihêt cihgîrkirin? Niha mijûlîn bizanîn, eger sîstema Patiryot heba, erê dikarî wan mûşekên Îranê bixe xwarê.

Amaje bi wê yekê jî kir, bêguman binerîna me, me pêwîstî sîstema berevanîya Patiryotê heye li Îraqê.

Ev di demkê de ye, pişkek ji desthelatdarên Îraqê daxwaza derkevtina hêzên Emerîkayê dikin ji Îraqê û red dikin rê bidin Emerîkayê sîstema berevanîya Patiryotê li Îraqê bihêr cihgîrkirin.