Karasû: Tirkiye ji bo çareseriyê gavan navêje; divê derfet ji Ocalan re bê dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, ji ber neavêtina ti pêngavên berbiçav ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve, proseya çareseriyê rûbirûyî sistbûn û rawestaneke cidî bûye. KCKê herwiha daxwaz kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan bên guhertin, da ku karibe bi awayekî çalak rola xwe di proseyê de bilîze.
Endamê Desteya Rêveber a KCKê Mistefa Karasû di hevpeyvînekê ligel medyayeke nêzîkî partiya xwe de da zanîn, tevî pejirandina yasaya çarçoveya proseya çareseriyê di Parlamentoya Tirkiyeyê de di 10ê Tebaxê de û destpêkirina xebatên nû yên parlamentoyê, heta niha ti liv û tevgereke cidî ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê nayê dîtin.
Karasû destnîşan kir, aliyê wan hemû erk û berpirsiyariyên li ser milê xwe bicih anîne û dawî li têkoşîna çekdarî aniye, lê di beramber de Enqere ji bo vî qonaxê ti pêngaveke pratîkî navêje.
Berpirsê KCKê bal kişand ser wê yekê ku nabe proseya aştiyê bibe qurbana berjewendiyên hilbijartinê û lîstikên siyasî û got: "Çaresernebûna pirsa Kurd dê ziyaneke mezin bigihîne tevahiya herêmê. Bi rêya qanûnên kevn, binpêkirina mafan, tayînkirina qeyyûman û desteserkirina siyasetmedaran pêkanîna aştiyê ne pêkan e. Ji ber vê yekê, divê parlamento zagonên taybet ên ji bo misogerkirina azadiyan û têkoşîna siyasî ya demokratîk derbixe."
Li ser rola Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Karasûdiyar kir ku qada pêwîst ji bo Ocalan nehatiye vekirin da ku rola xwe ya sereke bimeşîne. Qeresû daxwaz kir ku şert û mercên xebatê yên Ocalan bên guhertin, da ku ew karibe wekî kordînatorê şandeya proseyê, bi awayekî azad ligel rojnamevan, rewşenbîr û hemû hêzên siyasî hevdîtinan pêk bîne û peyamên xwe rasterast bigihîne raya giştî ya Tirkiyeyê.
Karasû bang li hemû aliyên pêwendîdar û civakê kir ku berpirsiyariyê hilgirin û fişarê li ser desthilatê bikin, da ku qanûnên azadiyê derkevin û hemû pêngavên pêvajoyê li ber çavê civakê bi şefafî birêve biçin.
Di dawiya sala 2024an û destpêka sala 2025an de hewldanên nû ji bo destpêkirina proseya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê kiribûn. Di 27ê Sibata 2025an de Abdullah Ocalan peyamek belav kiribû û tê de daxwaz ji PKKê kiribû ku çekan deyne û dawî li şerê çekdarî bîne. Li pey vê bangê, PKKê di 12ê Gulana heman salê de di Kongreya xwe ya 12emîn de biryara bidawîanîna şerê çekdarî bi fermî ragihand.
Di beramber de hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan soz dabû ku gavan bavêje û qanûna çarçoveya proseyê di parlamentoyê re derbas kiribû. Lêbelê piştî derbasbûna nêzîkî du salan, rêveberiya KCKê rexneyên tund li desthilata Enqereyê digire û radigihîne ku dewlet tenê li benda çekdanînê ma û ji bo berfirehkirina azadiyan û nasandina mafên gelê Kurd gaveke mayînde neavêtiye.