Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Cotmehê bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû welatiyên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê kir û hêvî xwast ku cejneke aram û tijî asûdeyî derbas bikin.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Cejna Cemayê li tevahiya welatiyên me yên Êzdî li Kurdistanê, Iraqê û li her dera cîhanê bin pîroz dikim. Hêvîdar im cejnek aram û tenahî derbas bikin û hemû cejn û helkeftên bên bi xêr û xweşiyê pîroz bikin.
Dîsa hemû welatiyên me yên Êzdî û tevahiya pêkhatên Kurdistanê piştrast dikim ku wek herdem em ê piştevan û parêzerê maf û daxwazên wan bin û Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan dê her wek war û welatê pêkvejiyana aştiyane bimîne.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2026