Hêzeka Firansayê gehişte Hurmiz

Wezareta berevanîya Firansayê ragehand, gemîyeka serbazî ya supayê Firansayê gehişte derbenda derva Hurmiz. Biryare gemîyeka dî ya Holendî jî bigehe wê deverê daku asayîşa rabûra bazirganîya cîhanê li deravê biparêzin.

K24- Hewlêr

Waşintunê daxwaz kiribû, welatên Ewrûpayê hêzê bişîbnin Hurmiz dakû asayîşa rabura bazirganîya cîhanê biparêzin.

Wezareta derve ya Firansayê ragehand, heşt welatên Ewrûpayê rezamendî derbirîne daku erkeke hevpişik li derbenda Hurmiz encam bidin.

Li gor daxuyanî ya wezareta berevanî ya Firansayê, ew heşt welatên Ewrûpayî, her yek ji Elmanîya, Belcîka, Danîmark, Firansa, Yûnan, Îtalîya, Holenda û Purtûgal in.

Ew welat dibêjin: Hewil didîn aramî û asayîşa wê deverê biparêzîn û rabura baziraganîya cîhanê ji metirsîyan dûr bikîn.