Li girê Sipî 2 serbazên Tirkiyê canê xwe ji dest dan

Ji encam teqîna mînekê li Girê Sipî 2 serbazên Tirkiyê canî xwe ji dest dan.

K24- Hewlêr

Ji encam teqîna  mînekê li Girê Sipî 2 serbazên Tirkiyê canî xwe ji dest dan.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov, belav kirîye, di dema ku serbazên Tirkiyê mijûlî dizîn û veguhaztina genim bûn ji Sayloya bajarokê Girê Sipî bo nav axa Tirkiyê, mînek di nav hêzên Tirkiyê de teqîya û di encam de 2 serbazan canê xwe ji dest dan û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

Heya niha jî bervanî û dezgehên serbazîyê Tirkiyê ti daxuyanî derberê evê bûyerê belav nekirîne.