Ceymis Cêfrî:Emerîkayê ti planên xwe vekşandinê ji Sûriyê nîne
Nûnerê serokê Emrîkayê di Hevpeymanîya Navdelwet ya Dijî Da'işê de ragehand, wan ti planên vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê nîne.
K24- Hewlêr
Nûnerê serokê Emrîkayê di Hevpeymanîya Navdelwet ya Dijî Da'işê de ragehand, wan ti planên vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê nîne.
Şanderê Emerîkayê jibo dosêya Sûriyê Ceymis Cêfrî di kongreyeka rojnemevanî de raghand, di dema nêzîk de, wan ti planên vekşandina hêzên Emerîkayê ji Sûriyê nîne.
Cêfrî got iî: Welatê wî li Sûriyê li gel Rûsiyê hevkarîyê dike jibo ti rûbirûbûn di navbera hêzên wan de çênebin. Tekez jî kir ku hêlên peywendîyê yên di navbera wan û Rûsiyê de kar dikin.
Derbarê rewşa li bakurê rojavayê Sûriyê jî, Cêfrî got: Rjîma Sûriyê û Rûsiyê di sê rojan de 200 lêdanên asmanî li wê navçeyê pêkanînin e.
Herweha got: Nêzîkî 700 hezar kes li wê navçeyê koçber bûne û berev sînorê Tirkiyê ve diçin.