Çekdaran zêdetir ji 3 hezar malbat li Efrînê bicih kirine
Çekdaêrn dijberîya Sûriyê zêdetir ji 3 hezar malbat ji xelkê Îdlib û Helebê li bajarokên Efrînê bicih kirîne.
K24- Hewlêr
Çekdaêrn dijberîya Sûriyê zêdetir ji 3 hezar malbat ji xelkê Îdlib û Helebê li bajarokên Efrînê bicih kirîne.
Rêkxistîya Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kirîye, Hewalgirîya Tirkiyê li gel komên çekdarên dijberîya Sûriyê li bajarê Reha ya Tirkiyê civîya ye û li ser guhertina bingehan li gundewarê Heleb û Îdlbê rêkkevtine, ku li gor wê rêkkevtinê bizava Nûredîn Zengî hejamreka navçeyên Efrînê radestê Destya Tehrîr Elşam bike.
Her li gor wê rêkxistinê çekdarên dijberîya Sûriyê zêdetir ji 3 hezar malbat li bajarokên Efrînê bicih kirîne. Zêdetir ji 850 malbat li Bilbilê, 1850 malbat li Şera, 750 malbat li Raco, 852 malbat li Cindirêsê, 357 û 870 mlabat jî li Mata û Şêrewa bicih kirîne.