Firokxaneya Hewlêrê rênimayekî li dijî “Korona” digire ber
Wek rêkarekî li dijî belavbûna nexweşiya “Korona”, li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rê ji bo welatiyên Çînî û kesên biyanî yên ji piştî roja 14. 01. 2020an serdana Çînê kiribin, derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wek rêkarekî li dijî belavbûna nexweşiya “Korona”, li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rê nayê dayîn ji bo welatiyên Çînî û kesên biyanî yên ji piştî roja 14. 01. 2020an serdana Çînê kiribin, derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Rêvebirê Pasport ê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Muqedem Rizgar Efendî ji K24ê re ragihand, ew biryar wek rênimayekê li dijî belavbûna nexweşiya Korona hatiye girtin.
Ragihand jî, ew biryar bicih hatiye û her welatiyekî Çînî yan kesekî din yê biyanî ji piştî roja 14. 01. 2020an serdana Çînê kiribe, rê jê re nayê dayîn di riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re derbasî Herêma Kurdistanê bibe û tê vegerandin.
Diyar kir jî, ji bo bicihkirina wê biryarê di warê praktîkê de, hin dem pê pêwîst bû, ji bo kar bi awayekî yasayî bê kirin.
Heta niha nexwşiya Korona li 22 welatên cîhanê hatiye tomarkirin, ku jêdera wê ya sereke bajarê Wuhanê yê Çînê bû, heta niha jî li wî welatî 259 kesan canê xwe jidest dane û li serasnerî cîhanê 11 hezar û 791 nexweş jî hatine tomarkirin.
S. B