Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê her dem di wîjdana gelî Kurdistanê de zindî ne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şehîdên 1ê Sibatê bibîr tîne û radigihîne, “bi rêz û hurmet bîranîna şehîdên 1ê Sibatê dikin, ew her dem di wîjdana gelê Kurdistanê de zindî dimînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şehîdên 1ê Sibatê bibîr tîne û radigihîne, “bi rêz û hurmet bîranîna şehîdên 1ê Sibatê dikin, ew her dem di wîjdana gelê Kurdistanê de zindî dimînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê nivîsî: “Bi rêz û hurmet bîraniya şehîdên 1ê Sibata 2004an dikin, ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê. Ew her dem di wîjdana gelê Kurdistanê de zindî dimînin. Silav ji malbatên serbilind ên şehîdan û giyanên wan ên pak. Bîranîna wan bi xêr be”.
Roja 1ê Sibata sala 2004an, herdu baregehên Liqê Du yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Malbenda Sê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê hatin armanckirin, ku wê demê xelk cejna qurbanê pîroz dikirin. Di wê karê teroristî de li herdu baregehan 101 serkirde û kadro û welatiyan şehîd bûn.
Li Parka Samî Ebdulrehman ku ew bi xwe jî di wê êrîşa terorî de şehîd bûbû, peykerek bi wê boneyê hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibata her salê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.
S. B