Serokê Hikûmetê tacegulîne danî li ser monumentê şehîdên 1ê Sibatê
Bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêûresma 16emîn a salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman li Hewlêrê birêve çû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêûresma 16emîn a salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman li Hewlêrê birêve çû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêûresmê de tacegulîne li ser monumentê Şehîdan danî.
Roja 1ê Sibata sala 2004an, herdu baregehên Liqê Du yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Malbenda Sê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê hatin armanckirin, ku wê demê xelk cejna qurbanê pîroz dikirin. Di wê karê teroristî de li herdu baregehan 101 serkirde û kadro û welatiyan şehîd bûn.
Li Parka Samî EbduLrehman ku ew bi xwe jî di wê êrîşa terorî de şehîd bûbû, peykerek bi wê boneyê hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibata her salê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.
S. B