Mexdûrên erdhejê bûne mexdûrên keysbazan jî
Ji ber ku keysbazan kirêya xaniyên saxlem û vala 2 qat zêdekirine mexdûrên erdhêjê careke din mexdûr dibin.
K24 – Diyarbekir
Di erdhêja ku navenda wê navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bû li 5 bajarên bakur li ser 13 hezar xanî lêkolîn hat kirin. Di erdhejê de 280 xanî bi temamî hilweşiyan û nêzî 10 hezar xanî jî derizîn. Lêkolînên destnîşankirina li ser avahiyên ku ziyan gihiştine berdewam e lê belê welatiyên ku xaniyên wan derizîne û dîwarên wan hilweşiyan e jî malên xwe bicih dihêlin. Lê ji ber ku keysbazan kirêya xaniyên saxlem û vala 2 qat zêdekirine mexdûrên erdhêjê careke din mexdûr dibin.
Li Xarpêt, Meletî, Semsûr, Mereş û Diyarbekirê lêkolînên destnîşankirina zirar û ziyanan hê jî berdewam dike. Li gorî zanyarên ku ji aliyê rêveberiya saziya hawarçûnê ve hatine belavkirin, heta niha li ser 13 hezar avahî lêkolîn hatine kirin. Ji van 280 avahî hatine hilweşandin û 10 hezar avahiyan jî zirar dît. Bi hezaran mexdûrên erdhejê nikarin di xaniyên ku dîwarên wan hilweşiyan e û derizîne de bimînin û li xaniyên vala û bêziyan digerin. Lê belê ji ber keysbazan mexdûr careke din mexdûr dibin.
Mexdûra erdhejê Rabîye Yilmaz ji K24ê re got: "Hewa sar e, ev hefteyeke ku em li bendê ne ku zirar û ziyana me were destnîşankirin. Kirê bûye 2 hezar lîre, vegûhestin bûye 5 hezar lîre. Ma em dikarin evqas pere bidin. Di van şertan de em xaniyan peyda jî nakin. Em niha wekî mêvan li ba malbatekê dimînin."
Mexdûra Erdhejê: "Pêwîst e ku Xerpêt wekî herêma afadê were ragihandin. Kon vedane lê nava wan vala ye, gelek arîkarî tê lêbelê baş nagihe destê xelkê. Pêwîstiya me bi nivanekê heye."
Mexdûra Erdhejê: "Em ê bar bikin, em nikarin êdî di vî xaniyê derizî de bimînin. Em ê herin maleke din. Berê gotin zireke mezin gihaye xanî lê paşê gotin kêmzirar e. Em nizanin em ê çi bikin niha."
Rayedarên Dewletê amaje dikin ku dê derbarê keysbazan de lêpirsînan bidin destpêkirin. Li Xarpêtê ji beriya erdhejê xaniyê ku kirêya wî hezar lîre be piştî erdhejê bi destê aliyê keysbazan bûye 2 hezar lîre. Mexdûrên erdhejê bertekê nîşanê keysbazan didin û dibêjin; divê rayedar dest deynin ser vê rewşê. Li gel bilindbûna kirêyan her dîsa destheqê veguhestinê jî hatiye zêdekirin. Mala ku bi hezar lîreyî dihat barkirin niha bi 3 hezar lîreyê tê barkirin.
Mexdûrê Erdhejê Yilmaz Akyagit: "Hemû dîwarên mala me hilweşiyan e, em nikarin di vê malê de bijîn. Em perişan bûne. Bila zêdetir tîmên destnîşankirina ziyanan werin vê herêmê. Em li ba mirovanên xwe dimînin niha. Ez bang li Wezîrê Karên Navxwe dikim ku ji bo xatirê Xwedê li hawara me were."
Mexdûra Erdhejê: "Destheqê vegûhestinê gelekî girankirine. Me got em ê depoyekê kirê bikin ew jî gelek giran bû. Me ji xwe re li xaniyê ku xwendekar lê dimînin jûrek kirê girt, ew jî bi hezar û 200 Lîreyî ye."
Erdhej, nêzî saet 9'ê şevê çêbûbû, ji ber vê yekê piraniya welatiyan li malên xwe bûn. Di erdhejê de dîwarên bi hezaran xaniyan jî li ser welatiyan de hilweşiyan û alavên malê di bin xirabeyan de man. Welatiyên ku şeva erdhejê ji malên xwe derketibûn niha di nav xirabeyan de li tiştên xwe digerin. Welatî bi çend pêdiviyên xwe li koçe û kolanan li benda çareseriyekê ne û dibêjin hê jî bi hezaran xaniyên ku li ser lêkolîn nehatine kirin hene. Mexdûr dixwazin demildest zirar û ziyana ku gihiştiye xaniyên wan were destnîşankirin da ku zû ji destê keysbazan xilas bibin.